B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku wan baloneke çavdêriyê ya Çînî ku li esmanê wan difire, dîtin.
Wan diyar kir ku ew balon çavdêriya Çînê yê, lê ji ber sedemên ewlehiyê biryar dane ku wê balonê neteqinin.
Rayedaran diyar kirin ku balon bi rêbazên cuda yên wekî bi balefiran dihat şopandin. Ew balon di dawiyê de derbasî eyaleta Montana ya ku baregeheke nukleerî ya Amerîkayê ye, bûye.
Pentagonê di daxuyaniyekê de got, "Balon niha ji firokeyên bazirganî pir bilindtir difire û ti metirsiya leşkerî û fizîkî li ser mirovên li erdê nade."
Balon beriya ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken roja Yekşemê ji bo serdaneke fermî ya du rojî here Çînê, hat dîtin.
Blinken dê di nav 6 salan de bibe yekem Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ku diçe Çînê.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...