Pevçûnên li Sûdanê di roja 6emîn da ye: 300 kes mirine

Pevçûnên li Sûdanê di roja 6emîn da ye: 300 kes mirine
sudan-çek-çatişma

Li Sûdanê, şer û pevçûnên di navbera artêşa dewletê û Hêzên Piştgir ên Bilez (HDK) da rû daye bi rojan e  dewam dike.

Roja sêşemê agirbest hatibû ragihandin lê aliyan ew agirbest bicih neanîbû.

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesusî got, "nêzîkî hefteyekê ye şer û pevçûn dewam dikin û heta niha 300 kes mirine."

Li gorî zanyariyên ku Dîrektorî Giştî dide, heta niha zêdetirî 3 hezar kes jî birîndar bûne.

Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Ewlehiyê û Têkiliyên Karûbarên Derve yê YEyê Josep Borrellî jî diyar kiriye ku ew şer û pevçûnên li Sûdanê şermezad dikin û ev yek dibe  sedema nearamiya herêmê.

Di 15ê Nîsanê de li paytext Xartûmê di navbera artêşê û HDKyya hêza paramîlîter de şer û pevçûnan rûdabû.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.