Weşanxaneya Avestayê kitêba ‘Zazakî û Kurmancî' çap kir
Weşanxaneya Avestayê kitêba Îbrahim Bingol a Zazakî û Kurmancî: Ji Alîyê Felsefeya Zimanî ve çap û belav kir.
Kitêbê Zazakî û Kurmancî ya ku ji alîyê Îbrahîm Bîngol ve hatiye nivîsîn, ji 104 rûpelan pêk tê.
Îbrahim Bingol, derbarê xeteraya jinavçûna zazakî da endîşe û fikarên xwe beyan kirine. Herwiha wî bi vî rengî behsa naveroka kitêba xwe kiriye:
Hezar caran heyf e ku zazakî îroj li ber mirinê ye, bi gotineke zazakî nêzdêrû de ye. Heke mûcîzeyek çê nebe, ji vir şûn de rizgarkirina zazakî gelekî dijwar e. Em vê rastiyê dizanin ku xelaskirina zimanekî tenê bi xîret û çalakiyên rewşenbîr, zanyar û vekoleran nabe. Gelek faktorên din yên derveyî zimanî jî hewce ne. Xuya ye ku zaza xwedî van faktoran nînin û di paşerojê de jî di asoyê de xwedîbûna van faktoran xuya nake. Dîsa jî çi ji destê me bê, divê em bikin ku ev xebat berhema vê saîqê ye. Min xwest di vê xebatê de kurmancî û zazakî di çarçoveya cîhanbîniyê de, di çarçoveya felsefeya zimanî de bidim ber hev û nîşan bidim bê ka ji aliyê mentiqa zimanî ve çi ferq û wekheviyên her du zaravayan hene.