Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
“Li gelek girtîgehan hate diyarkirin ku pirtûkên bi kurdî nadin, li hin girtîgehan jî qet nadin. Ev tê wateyê ku mafê azadiya xweîfadekirinê û yê perwerdeyê yê girtiyan tê binpêkirin."
Baroya Wanê, Şaxa Wanê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, (OHD), Komeleya Piştgiriyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) derbarê mafên girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya wê Bilind Wanê, Girtîgeha Tîpa F û ya Tîpa Tyê ya Wanê, Girtigeha Tîpa Tyê ya Panos û Girtîgeha Tîpa Tpyê ya Xelatê tên binpêkirin de raporek amade kir.
Saziyan rapora xwe li avahiya baroyê eşkere kirin.
Rêveberê OHDyê Medenî Gurî rapora navborî xwend û diyar kir ku li hemû girtîgehan girtiyên daxwaza çûna nexweşxaneyan dikin, dereng dibin û li hin girtîgehan qet nabin neweşxaneyan.
Pirtûkên bi kurdî nadin
Gurî destnîşan kir ku li hemû girtîgehên çûne, pirtûkan bi hejmaran didin girtiyan û hejmara wan jî di navbera 3 û 10an de ne:
“Li gelek girtîgehan hate diyarkirin ku pirtûkên bi kurdî nadin, li hin girtîgehan jî qet nadin. Ev tê wateyê ku mafê azadiya xweîfadekirinê û yê perwerdeyê yê girtiyan tê binpêkirin."
Bo berdewama nûçeyê bitikîne.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...