Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Komeka xemxurên zimên îro projeyeka nû ya belavkirina xwendina kurdî ya bi navê "Pirtûkzade" dest pê kiriye.
Projeya ku dê her du rojan carekê pasajên edebiyata cihanê bi kurdî bişîne, li ser platformên online hatiye destpêkirin.
Projeyê ku ji alîyê komeka xemxurên zimên ve hatiye amadekirin, dê bi rêya e-mailê pasajên bijarte ji edebiyata cihanê pêşkêş bike. Her pasaj welê hatine eyarkirin ku xwendevan dikarin di nav 5 deqîqeyan de bixwînin.
Ji bo beşdarbûna projeyê, xwendevan tenê pêdivî bi qeydkirina nav û e-maila xwe li ser formê ne. Pirtûkzade soz dide ku dê baştirîn pasajên roman û çîrokan bigihîne xwendevanên xwe.
Armanca sereke ya vê projeyê belavkirina xwendina kurdî ye. Bi vê yekê, tê xwestin ku xwendevanên kurd bi awayekî berdewam û hêsan bigihîjin berhemên edebî.
Çavkanî: Botan Times, Instagram
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...