B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Piştî pandemîyê angu piştî 3 salan LaWje dê cara yekemîn bi orkestrayekê mezin derkeve ser dikê. Konser dê 18ê Sibatê roja înê saet 20:00ê li Navenda Çanda Suleyman Seba ya Beşiktaşê li dar bikeve.
LaWjeyê di 2003an de li Colemêrgê dest bi xebatên berhevkirinê kir, ji denbêjan û çîrokbêjan stran û kilamên folklorîk berhev û tomar kirin, ew stranên berhevkirî bi şîroveya xwe ji nû ve strandin û ji bo guhdaran pêşkêş kirin.
Koma LaWje ya ku zêdetir muzîka Colemêrgê ji xwe re wekî bingeh qebûl dike ji bajarên derdorê yên wekî herêma Botanê (Şirnex û Cizîr) jî stran û kilaman şîrove dikin. Ji demên qedîm û berê pê ve stranên bi forma kilam, payîzok, heyranok, şeşbendî û narînk yên herêma Colemêrgê û Botanê bi muzîkala xwe ji nû ve sitrandine, herwiha form û miqamên van stranan parastine. LaWje behra muzîka Colemêrgê û Botanê pêşkêşî guhdaran dike.
Ligel van formên her du herêman LaWje stranên qedîm û yên kûlt jî bi muzîkal û şîroveyê xwe ji nû ve distrîne.
Chalak Events ya ku konserê lidardixe dibêjin eleqeyek zêde ji bo vê konserê heye û ew li bendê ne ku salon tije bibe.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...