Podcast Kurdiyê û Podcast Akademiyê kargehehên podcastan pêk anîn

Podcast Kurdiyê û Podcast Akademiyê kargehehên podcastan pêk anîn
PodcastKurdî

Podcast Akademiyê û Podcast Kurdiyê di 9-10ê Îlonê de di çarçoveya bernameya taybet bi navê ‘’Kargeha Podcastê ya Rojnamegeran’’ li Wan û Mêrdînê kargehên podcastan pêk anîn.

Kargehek li Wanê di 9ê Îlonê de li SerhatNewsê û kargehek li Mêrdînê di 10ê Îlonê de li Baroya Mêrdînê birêve çûye.

Li gor agahîyên PodcastKurdîyê ji Botan Timesê re dîyar kirine:

Di kargehan de damezrînerê Podfreshco Aykut Îbriîşîm damezrînerê Podcat Kurdiyê Mehmed Salih Bedirxan Berpirsaî Projeyên Podcast Kurdiyê Dilek Durgun û damezrînerê Apostoyê Umutcan Savci gotar pêşkêşkirine.

Aykut Îbrîşîm di gotarên xwe de behsa azmûnên platformên podcastê li cihanê Amerîka û Tirkiyê kir. Herwisa Umutcan Savci jî di gotarên xwe de behsa azmûnên Apostoyê yên podcastê kir.

Mehmed Salih Bedirxan di gotarên xwe de behsa platforma podcastê kir û karîgeriya platforma podcastê weke platformeka dijital û altenatîf şîrove kir.

Dîlek Durgûnê jî di gotarên xwe de behsa azmûnên Podcast Kurdiyê yên belavkirina podcastan kir û derbarê çawaniya çêkirina podcastan de agahiyên xwe bi beşdaran re parve kir.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.