A Revolutionary of an Era: Celadet Alî Bedir-Xan
Before Celadet Alî Bedirxan was even born, the stamp of exile had already been placed on the foreheads of his
Hesen Hişyar Serdî di bîranînên xwe de behsa roja dawiyê ya digel Doktor Fûad kiriye.
Bıryara îdamkirina Dr. Fûad

Hejmarê Dosyaya Dadgehê: 1
Hejmarê Biryarê (Îlam): 2
Heyeta Dadgeran: Heyeta berê (ya ku li jorê hatî diyarkirin)
Derbarê bersûcê ku bi îdiaya xiyaneta li welat a bi armanca avakirina Kurdistaneke serbixwe dihat tawanbarkirin; bijîşkê serbixwe Dr. Fûad Efendî yê kurê Hacî Îbrahîm ê ku 37 salî ye, li Diyarbekirê ji dayik bûye û li wir rûniştî ye, di encama mehkemekirina wî de hate fêmkirin ku:
Bersûc Doktor Fûad Efendî, avakirina Kurdistaneke serbixwe wekî armanca jiyana xwe û mijûlahiyeke siyasî qebûl kiriye. Ji ber vê yekê, wî di nav wan kesan de cih girtiye ku ji bo li dijî yekîtiya siyasî ya Tirkan û Hikûmeta Tirkan, li navxweyî welat, serhildan û rûbûneke çekdarî derxin, hewldan nîşan dane. Di vê çarçoveyê de rûdana serhildana Kurdan plan kiriye, teşvîq kiriye û hêsan kiriye.
Ev rewş; bi îkrar û lihevhatinên wî yên nerasterast ên berê û paşê, bi şêwazê îfadeyên wî, bi bidestxistina nameya ku bi destnivîsa wî hatî nivîsandin û daxwazên cudaxwaziyê tê de hene, bi naveroka kaxizên zaptê û pelên lêkolînê, û her wiha bi daxuyanî û şahidiyên bi sond ên şahidan ên li gorî pileyên wan hatine îspatkirin. Her weha ji naveroka dozê û ji îkrara wî bixwe jî hatiye fêmkirin ku bersûc bi van cure kiryar û tevgeran re rûniştî ye (hêmanên wusa di jiyana wî de hene). Bi van delîl û nîşanên hiqûqî yên ku pişta hev digirin, sûcdariya wî gihîştiye asta îspatê û bi vî awayî qenaeta wijdanî pêk hatiye.
Li ser vê bingehê, bi yekdengî û li rûyê wî de biryar hat dayîn ku bersûc Fûad Efendî, bi awayê ku hatî ravekirin, kiryarê xiyaneta li welat encam daye û sûcdar e: 16ê Nîsana 1925an (22yê Remezana 1343an)
Dadger: Avnî, Elî Saîb, Mazhar, Mufîd
Berdewamiya Biryarê (Beşa Cezakirinê):
Dema ku li ser aliyê cezakirinê yê mijarê nîqaş hat kirin: Hat dîtin ku tevgera sûcdarê navborî Doktor Fûad Efendî yê kurê Hacî Îbrahîm, bi wesîteya xala 45an a Kanûna Cezayê, li gora xala qanûnî ya ku li ser fasla yekem a baba yekem a qanûna navborî hatiye zêdekirin e. Ji ber vê yekê, li gorî hukmê xala navborî, dîsa li rûyê wî û bi yekdengî biryara sêdaredana (îdama) wî hat dayîn: 16ê Nîsana 1925an (22yê Remezana 1343an)
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...