Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Berdevkê Kremlînê Dmitrî Peskov îro ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi xwe biryar daye ku Beşar Esed û malbata wî li Rûsyayê bibin penaber. Herwiha got ku ew ê cihê Esedî eşkere nekin.
Li gorî çavkanîyên fermî, heta niho Putin û Esed hev nedîtine û planên hevdîtinê jî tune ne. Îro li Moskovayê balyozxaneya Sûriyê alaya sê-stêrk a muxalefetê hildaye.
Peskov derbarê baregehên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyê de got ku hê zû ye mirov li ser paşeroja wan biaxive. Li gorî daxuyanîya wî, ev mijar dê bi rêveberîya nû ya Sûriyê re bê gotûbêjkirin.
Rûsya heta niho piştgirîya sereke ya rejîma Esedî kiribû, êdî dest bi guherîna helwesta xwe kiriye. Medyaya fermî ya rûsî êdî behsa "çekdaran" bi awayekê neyînî nake û dibêje "Rûsya her dem piştgirîya çareserîya siyasî li Sûriyê kiriye."
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...