Qedexeyên tûra duyem a hilbijartina serokkomarîyê hatiye ragihandin

Share
Qedexeyên tûra duyem a hilbijartina serokkomarîyê hatiye ragihandin
pusula-deng-oy jimartin

Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkîye (YSK) qedexeyên tûra duyem a  hilbijartina serokkomarîya Tirkîyeyê ragihandin.

Qedexeyên propagandeyê dê îro (şemîyê) di seat 18:00an da destpê dike û heta sibe seat 21:00an berdewam bike.

Her wiha qedexeyên roja hilbijartinê jî 28ê Gulanê demjimêr 06:00 destpê dikin û dê heta seat  24:00an berdewam bikin wiha ne:

1- 28ê Gulanê firotina vexwarinên bi alkol ji demjimêr 06:00 heta demjimêr 24:00 qedexe ye.

2- Roja hilbijartinê dê qahwexane, kafeyên înternetê û cihên giştî girtî bin û tenê li xwaringehan dê xwarin bê dayîn.

3- Dikarin dawetan piştî demjimêr 18:00an bikin.

4- Li cihên nîştecihbûnê ji derveyî hêzên emnî kes nikare çekê hilbigre.

5- Qedexeya propagandeyê 27ê Gulanê demjimêr 18:00 destpê dike û dê 24 demjimêran berdewam be. Roja hilbijartinê jî heta hemû sindoq neyên girtin divê propaganda, nûçe û weşan neyên kirin.

6- Roja hilbijartinê di navbera demjimêr 18:00 û 21:00an de tenê daxuyaniyên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) tên weşandin û belavkirin.

7- 28ê Gulanê piştî seat 21:00an dê qedexeya weşanê bê rakirin.

Read more