Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Weşanxaneya Avestayê kitêba Eta Nehayî ya bi navê "Qêrînek di gewriya şevê de" weşandiye. Wergêr û nivîskarê Botan Timesê Rizgar Elegezî ji Soranîyê kiriye Kurmancî.
Danasîna kitêba ji kurteçîrokan pêk tê bi van gotinan hatiye kirin:
Ev kurteçîrokên Eta Nehayî wek nimûneyên edebiyata neteweyî ji hest û ruhê civaka
kurdan derketine. Him wekî hest him jî karekterên civakî ew hemû şayîş, fikar û
şikestinên însanî dihewînin. Tevî wê, meriv dikare wekî tesîr di hin çîrokan de behsa
Edgar Allan Poe bike. Ew derûna bi şik û qilqilîn ya di hundirê karakter yan vegêr de,
xasma ew tesîra çav û dengê hundirîn ku Poe vana her vedikole, evana di çîrokên
Nehayî de jî tesîrdar in. Helbet her xwendin vedîtinek e di edebiyatê de.
Lê belê mînakên der barê derûna nivîskariyê û afirandinê jî hene ku di edebiyata cihanê
de jî bûye ciyê serêşiyê. Wekî Mirina Nivîskar yan Monodramaya Çavnihêriyê; ev
nimûne dubendiya jiyana hunerî û nivîskariyê bi awayekî teatral jî tên xwendin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...