Salekê piştî çekên hatîn şewitandin
"Sê birayên min dema gerîlla bûn hatin şehîdkirin, xezûrê min bi êşkenceyê li girtîgehê hat kuştin, Kurê min... Ew
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ragihand ku pîrozbahîya wê ya ser salvegera 31an hatiye qedexe kirin.
Hunermend û xebatkarên NÇMê dîyar dikin ku Qeymeqamîya Kuçukçekmeceya Stenbolê bi awayekî kêyfî rê li ber pîrozbahîyan girtiye.
Parlamanterê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Musa Pîroglu dîyar kir ku îqtidarê konser qedexe kiriye. Pîroglu da zanîn ku hunermend di nav de 25 hevalên wan hatine desteserkirin. Wî got ku îqtidar dijminîya li hember Kurdan, ziman û çanda wan didomîne.
NÇMê dîyar kiribû ku ewê di 17ê mehê de li Salona Yahya Kemal Beyatli ya Kuçukçekmeceyê konserekê bide.
Di bernameya NÇMê de Şahiya Stranan, Rastak, Mehmet Atli û Erdogan Emîr hebûn.
Qeymeqamîya Kuçukçekmeceyê da zanîn ku piştî vekolînan agahî bi dest wan ketine, li konserê îhtîmala çêbûna çalakîyên provokatîf û propagandaya rêxistina terorî heye. Li gor daxuyanîya qeymeqamîyê, li hemî mekanên vekirî û girtî çalakî hatine qedexekirin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...