Piştî 50 salên desthilatdarîya malbata Esed, di Kanûna pêşiyê ya 2024ê de guherîneka mezin li Sûriyeyê pêk hat. Beşar Esed ji welêt reviya û komeka çekdar a Heyeta Tehrîr Şam (HTS) dest danî ser desthilatdarîyê. Ev rêber rewşa niho ya Sûriyeyê, hêzên navxweyî û derve, û têkilîyên wan rave dike.
Piştgirî û dijminatî
Piştgirîyên sereke:
- Tirkiye û Qeter piştgirîya HTSyê dikin
- DYA û YE piştgirîya hêzên kurdî dikin
- Rûsya û Îran piştgirîya Esed dikirin
- Erebistana Siûdî û Îmarat bi dudilî nêzîk dibin
Nakokîyên sereke:
- Tirkiye û hêzên kurdî dijberên hev in
- Îsraîl li dijî Îran û Hizbullahê ye
- HTS û çekdarên tirkmen li dijî hêzên kurdî ne
- Welatên Rojavayî û Rûsya li dijî hev in
Guherînên dawîyê:
- Rûsya û Îran dev ji piştgirîya Esed berdan
- DYA û YE dest bi danûstandinên bi HTS re kirin
- Tirkiye bû yekemîn dewleta ku HTS nas kir
- Îsraîl êrişên xwe yên li ser Sûriyeyê zêde kir
Desthilatdarîya nû
Heyeta Tehrîr Şam (HTS)
- Berê li bakurrojavayê Sûriyeyê bandor dikir
- Di du hefteyan de gihîşt Şamê
- Têkilîyên xwe yên berê yên bi El Qaîdeyê re qut kirine
- Xwe wek rêxistineka nerm pêşkêş dike
- Niho li ser kontrola welêt e
Soza HTSyê ji bo paşerojê
- Avakirina hikûmeteka nû
- Parastina kêmneteweyên olî
- Aştîya navxweyî
- Têkilîyên navneteweyî yên baş
- Pêşxistina aborîyê
Hêzên navxweyî
Hêzên Kurdî
- Xweserîya xwe ya li bakurê welêt diparêzin
- Ji alîyê DYA ve çek standine
- Li dijî DAIŞê şerê sereke kirine
- Bi çekdarên alîgirê Tirkiyeyê re di nav nakokîyê de ne
- Kontrola herêmên girîng ên petrola Sûriyeyê dikin
- Bûne hêzeka sereke ya herêmê
Çekdarên Tirkmenî û Erebî
- Ji alîyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin
- Bi HTŞyê re kar dikin
- Li bakurê welêt xurt in
Muxalefeta Başûr
- Ji komên cida pêk tê
- Bi HTŞ re tevlî guherînê bûn
- Li başûrê welêt bandor dikin
Hêzên herêmî
Tirkiye
- Yekemîn welatê ku bi HTŞ re danûstandin kiriye
- Balyozxaneya xwe li Şamê vekir
- Dixwaze bandora xwe li ser Sûriyeyê zêde bike
- Dixwaze penaberan vegerîne
Îran
- Hevalbendê sereke yê Esed bû
- Ji ber şerê bi Îsraîlê re bêhêz ketiye
- Dixwaze Şiiyên Sûriyeyê biparêze
- Hê jî ji bo bandora xwe hewl dide
Îsraîl
- Piştî revîna Esed êrişên xwe zêde kir
- Hêzên deryayî û depoyên çekan têk bir
- Dixwaze bandora Îranê kêm bike
- Ji HTS re hişyarî da
Qeter
- Ji berê ve bi HTŞyê re têkilî danîbû
- Niho balyozxaneya xwe vekir
- Piştgirîya guherînê dike
Hêzên mezin
Rûsya
- 12 salan piştgirîya Esedî kir
- Bingehên leşkerî li Sûriyeyê hene
- Ji bo parastina van bingehan bi HTŞyê re danûstandin dike
- Ji ber şerê Ûkraynayê bêhêz ketiye
DYA
- HTŞyê wek rêxistineka terorê nas dikir
- Niho dest bi danûstandinan kiriye
- Dixwaze rewşa nû fêm bike
- Hevalbendîya xwe ya bi kurdan re diparêze
Yekîtîya Ewropayê
- Sanctionên/Astengên giran li ser Esed danîbû
- Dixwaze têkilîyên nû ava bike
- Li ser rakirina statûya terorê ya HTS dixebite
- Ji bo alîkarîya mirovî amade ye
Welatên Erebî
Erebistana Siûdî û Îmarat
- Berê bi Esed re kar dikirin
- Ji komên Îslamî re bi guman in
- Bi baldarî nêzîk dibin
- Di nav hewldanên danûstandinê de ne
Misir û Urdin
- Ji bo ewlekarîya herêmî bi fikar in
- Dixwazin têkilîyên diplomatîk ava bikin
- Li hember HTS bi dudilî ne
Pirsgirêkên sereke yên Sûriyeya nû
Pirsgirêkên navxweyî
- Ewlekarîya welêt
- Avakirina hikûmeta navendî
- Lihevkirina komên cida
- Vegerandina penaberan
- Nûkirina bingehê welêt
Pirsgirêkên navneteweyî
- Rakirina statûya terorê
- Rakirina sanctionan
- Peydakirina alîkarîya aborî
- Parastin ji mudaxeleyên derve
- Danîna têkilîyên diplomatîk
Astengên aborî
- Enflasyona bilind
- Xizanîya giştî
- Şikestina bingehê welêt
- Kêmbûna veberhênanê
- Bêkarîya bilind
Çavkanî: The New York Times, Botan Times, Reuters, AP, Al Jazeera
Berhevkar û wergêr: Murat Bayram