Recai Kutan miriye

Share
Recai Kutan miriye
Recai Kutan

Damezrênerê Partîya Seadetê Recai Kutan di 94 salîya xwe de miriye.

Daxuyanîya Partîya Seadetê

Partîya Seadetê di daxuyanîyeka xwe de gotiye: "Serokê me yê Damezrêner ê Partîya Seadetê, Endamê Desteya Şêwirdarîya Bilind, Serokê ESAMê, Mezinê me yê hêja Recai Kutan gihîştiye dilovanîya Xwedê. Serê miletê me û civaka me sax be."

Jîyana Recai Kutanî

  • Di 5ê Nîsana 1930yî de li Malatyayê ji dayik bûye.
  • Di sala 1952yê de ji Fakulteya Avahîsazîyê ya Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê mezun bûye.
  • Di hilbijartinên 1977ê de ji Partîya Selameta Millî bûye parlamenterê Malatyayê.
  • Di hikûmeta koalîsyonê ya 1977ê de wezîrîya avakirinê kiriye.
  • Piştî darbeya 12ê Îlonê bi rêveberên dî yên PSMê re 9,5 meh girtî maye.
  • Piştî 1983yê bûye alîkarê serokê giştî yê Partîya Refahê û ji Malatyayê bûye parlamenter.
  • Di navbera 1996-1997ê de di Hikûmeta 54emîn de wezîrîya enerjî û çavkanîyên xwezayî kiriye.
  • Piştî girtina Partîya Refahê, bûye serokê giştî yê Partîya Fezîletê ya nû hatî avakirin.
  • Di hilbijartinên giştî yên 1999ê de ketiye Meclisê.
  • Piştî girtina Partîya Fezîletê, di sala 2001ê de bûye yek ji damezrênerên Partîya Seadetê û bûye serokê giştî yê damezrêner.
  • Piştî hilbijartinên giştî yên 2007ê, di 26ê Cotmeha 2008ê de di Kongreya 3yemîn a Asayî de wezîfeya serokîya giştî radestî Numan Kurtulmuş kiriye.

Çavkanî: Gazeteduvar

Read more