Romana Dêrsimê
Receb Dildar Roman hene, di nav gulistana dil de, li derdora evînê digerin, dilan miz didin. Roman hene, leheng li
Nivîskar Receb Dildar ji edîtoryaya Botan Timesê xwest ku navên mehan sererast bike.
Dildar li ser Twitterê li bin twîteka Botan Timesê wiha nivîsî:
‘’Botan Times navê mehan sererast bike, em ê kêfxweş bibin: 1- Kanûna paşîn. 2- Sibat. 3 - Adar. 4- Nîsan. 5- Gulan. 6- Hezîran. 7- Tîrmeh. 8- Tebax. 9- Îlon. 10- Çirriya Pêşîn. 11- Çirriya Paşîn. 12- Kanûna Pêşîn.’’
Nûçeyên Botan Timesê raber dikin ku edîtoryayê wê bo meha 12an ‘’Berfanbar’’ê tercîh dike.
Di ferhengên Kurdî de bo meha 12an, ‘’berfenbar, berfanbar, berçile, kanûn, kanûna ewil, kanûna pêşîn’’ tên nivîsîn.
Foto: Youtube-Pelfilm, SS
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...