Tê gotin ku rejîma Îranê di meha tîrmehê da 61 kes darve kirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji wan kesên hatine darvekirin ji sedî 52 jê Kurd û Belûc in.
Her wiha hatiye ragihandin ku rejîmê bi îdiaya ku “propaganda li dijî rejîmê kirine” bi giştî 8 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li du rojnamegerên jin biriye.