Mutlu Can: Ganî amancê ma yo bingeyên vilabîyayîşê ziwanê standardî bo
Avaşîn Yılmaz Bi kirmanckî/zazakî wendegehan de perwerde çin yo. Statu û resmîyetê ziwanê ma zî çin o. Ziwanê ma
Li Îranê hejmara jinên ku li cihên alenî serên xwe vedikin zêde dibin.
Serokê Dezgeha Dadwerîyê yê Îranê Gulam Huseyîn Muhsîn Ejeyî li wan jinan gef xwar.
Ejeyî ragihand ku dê wan jinan bê merhamet bên cezakirin.
Serokê Dezgeha Dadwerîyê îdîa kir ku, wan jinên serê xwe vekirine 'dijminatîyê li dijî nirxên wan' kirine.
13ê Îlona 2022yan da keça Kurd a bi navê Jîna Emînî bi hinceta cil û bergên wê ne li gor usulên îslame ye hatibû desteserkirin.
Pîştî ku keça Kurd dibin çavande hatibû kuştin li seranserê welêt xwenîşandan dest pê kiribû.
Di wan xwenîşandanan da bi sedan kes jiyana xwe ji dest dabûn û bi deh hezaran çalekvan jî hatibûn desteserkirin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...