Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Li gorî gotinên fermandarekî Durzî, civaka Durziyan desthilatdarîya îslamî li Sûrîyeyê red dike û ji bo birêvebirina welêt federalîzmê tercîh dike.
Şêx Merwan el-Rizq, fermandarê Odeya Operasyonên Siwêdayê dîyar kiriye ku desthilatdarîya olî û îslamî tenê welat û gelê wê ber bi şer û pevçûnan ve biriye. Wî got ku Durzî vê yekê bi temamî red dikin.
Şêx el-Rizq gotiye ku ew ferqa di navbera Ereb, Asûrî, Xiristiyan, Misilman û Şîeyan de nakin. Li gorî wî, fikra piranî û hindikayîyan li Sûrîyeyê ji derve hatiye û ew vê red dikin.
Li Siwêdayê, bajarê başûrê Sûrîyeyê yê ku piranîya xelkê wê Durzî ne, gelek kes dibêjin ku birêvebirina ne navendî baştirîn rê ye ji bo parastina mafên wan û yên hindikayîyên dî.
Milîsên Durziyan roja çarşemê rê nedane konvoyeka leşkerî ya Heyeta Azadkirina Şamê (HTS) ku bikeve parêzgeha Siwêdayê. HTS ji alîyê Ehmed el-Şera ve tê birêvebirin û meha borî rejîma Esed rûxandibû.
Rêveberê olî yê Durziyan Şêx Hîkmet el-Hîcrî gotiye ku rakirina çekan tenê bi garantîyên destûrî mimkun e. El-Şera di hevpeyvînekê de gotibû ku dibe sê sal ji bo nivîsandina destûreka nû ya welêt hewce bike.
Gelek Sûrî û hêzên biyanî nigaran in ku desthilatdarîya HTS dibe ku rêvebirina îslamî ya tund ferz bike û gefê li kêmneteweyan wek Kurd, Durzî, Xiristiyan û Elewîyan bixwe.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...