Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Rêveberîya Xweser ragihandiye ku Tirkiyeyê di 24 saetan de 40 caran êrîş kirine. Di encama êrîşan de 14 kes mirine û 40 kes birîndar bûne. Di nav miriyan de zarokek jî heye. Li gorî agahiyan Tirkiyeyê navendên xizmetê, bingehên avahîyan, gund û bajar armanc kirine. Ji ber êrîşan 250 hezar malbat bê elektrîk mane.
Rêveberiya Xweser ragihandiye ku di êrîşên Tirkiyeyê de zêdetirî 14 kesan mirine û 40 kes birîndar bûne. Li gorî daxuyanîyê, Tirkiyeyê ji êvara Pêncşemê heta nîvroya Înê 40 caran êrîş kiriye.
Navenda Ragihandina Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser êrîşên 24 saetan daxuyanîyek daye. Di êrîşan de navendên xizmetê, bingehên avahîyan, gund û bajar hatine armanc kirin. Di êrîşên bi balafirên bêmirov de gelek kes mirine û birîndar bûne.
13 gundên bakur, rojava û bakurê rojhilatê bajarê Minbicê 8 caran bi fûzeyan, 4 caran bi balafirên bêmirov û 3 caran jî bi dronên xwekuj hatine bombekirin. Di bombebarana gundê El Buniye yê rojhilatê Minbicê de xanîyekî bi tevahî hilweşiyaye. Zarokeka bi navê Fereh El Berho (11 salî) miriye, Ebdurehman Berho (13 salî) û Semîr Berho (8 salî) jî birîndar bûne.
Tirkiyeyê bi balafirên bêmirov refinêrîyên petrolê û îstasyonên elektrîk û enerjîyê yên li nêzî Ûdê 17 caran bombekirin. Ji ber êrîşên li Kobanê, Tirbespiyê û Amûdê elektrîk hatiye birîn û zêdetirî 250 hezar malbat bê elektrîk mane.
Rêveberiya Xweser ji bo rawestandina êrîşan bang li hêzên navneteweyî kiriye û ev êrîş wek "jenosîd" bi nav kiriye. Daxwaz kiriye ku komîteyên lêpirsînê bên avakirin û sûcdar bên darizandin.
Çavkanî: MA, Botan Times
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...