42 piştgir, 2042 xwendevan û 219 abone - #MeTuHeyî - Malî ava
Botan Tîmesê 18ê meha Gulanê dîsa dest bi weşanê kir. Me vê carê arşîva xwe ya ku ji 3000+ nivîs
Rêvebirên Tirkîyê dê îro Sêşemê cara sêyan bo tespîtkirina meaşê kêmane kom bibin.
Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) dibêje meaşê kêmane divê 12,500 lîra be.
Sîyasetvanên Îyî Partîyî dixwazin ku meaşê kêmane 3 mehan carê bêlî bibe û ew jî 9,600 lîrayan teklîf dikin.
Teklîfa Partîya Komarîya ya Gel (CHP) jî 9,600 lîra ye.
Turk-Îş dide zanîn ku maleke 4 kes têde bi 7,785 lîrayan li sînorê birçîbûnê dijî.
Sendîkayên karkeran dibêjin ku li welatên din yên cîhanê rêjeya xebatkarên bi meaşê kêmane %2-5 e, lê Tirkîyê wê rêjeyê %50 derbaz kiriye.
Di halê hazir de li Tirkîyê meaşê kêmane 5,500 lîra ye ku ev teqabulî 295 dolaran dike.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...