National security became a weapon against journalism - RSF
Reporters Without Borders (RSF) has released a troubling new report, identifying national security as the new weapon deployed by states
Hunermenda navdar Rojadaya ku di nava civakê da bi stranên xwe yên potporîyê tê nasîn, straneka nû belav kiriye.
Muzîk û gotinên strana Em Heval Bûn aîdê hunermend Rojdayê ye. Aranjorîya stranê jî ji alîyê hunermend Harûn Elkîyî ve hatiye kirin.
Strana Em Heval Bûn li ser medyaya civakî hatiye belav kirin. Rojda li ser hesaba xwe ya Twitterê stran belavkir û got:
"Strana me ya nû ya bi navê "Heval" îro derket. Hûn dikarin guhdar bikin, belav bikin û parve bikin."
Rojda
Li ser çîroka stranê jî hunermend dibêje "Çîroka stranê li ser hevaltîya bi salan e ku piştra bi dawî dibe ye."
Wextekî hat ji hev belav bûn
Her yekî me terk dinya bû
Me hev dît em tirban dikolin
Lê mixabin ev tirbê me bûn
Wextekî em pir heval bûn
Me mil dabû milê hevûdu
Em bi hev re dost û bira bûn
Barê dinyê (ser) millê me bûn
Tu heval û dostê minî
Ev ne ezim ne jî tu yî
Neyar rûniştîye li malê
Li me dinêre bi keyfxweşî
Rojda, sala 1978an li Tutuna gundekî Misircê ya Sêrtê ji dayik bûye. Di 12 saliya xwe da dest bi xebatên muzîkê kiriye.
Piştî qedandina dibistana xwe, ew sala 1991an ji bo xwendina beşa muzîkê diçe Stenbolê. Li wir tevlî xebatên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇMyê) dibe. Dibe yek ji solîstên Koma Gulên Xerzanê. Kom di bin banê NÇMyê da xebatên xwe dimeşand.
Kom sala 1994an albûma xwe ya ewil Ji Bîr Nabin diweşîne. Duyemîn albûma wan a bi navê Sonda Me sala 1997an hate weşandin.
Rojda bi taybet bi strana Helîmcanê hate nasîn û dengê wê êdî ji aliyê guhdaran ve gelekî hate ecibandin.
Heman salê, ew tevlî koma Asmînê bû û lê belê demeke dirêj di komê da nema. Sêyemîn albûma komê Rûkena Min sala 2005an hat weşandin.
Klîbên Memed Kanî û Ello Dîno li Festîvala Klîpan a Zaxoyê wek baştirîn klîpên salê hatin hilbijartin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...