Kurd li Bajarî ne Podcast: Çima dêya min ji meta min fêm nake!
Qenala Podcastan ya bi navê "Kürtler Şehirde (Kurd li Bajarî ne)" 25 beş in behsa çîroka Kurdan a
Rojnameger Safîye Alagaş di yekemîn danişîna doza wê da hat tehlîyekirin.
Midûra Nûçeyan a JINNEWSê Safîye Alagaş ev salek e bi îdîaya 'endamtîya rêxistina terorê' hatibû girtin. Îro li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê yekemîn danişîna doza Alagaşê hat kirin.
Alagaş û parêzerên wê di danişînê da amade bûn.
Endamên Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya (MKGP), Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), temsîlkarê Tirkîyeyê yê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Erol Onderoglu û gelek rojnameger danişîn şopandin.
Piştî parastina Alagaş û parêzer Resûl Temûr dadgehê biryara tehlîyekirinê Alagaşê da.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...