Rojnamegera kurd a ku li gel bavê Jîna Emînîyê hevpeyvîn kiribû hat berdan

Share
Rojnamegera kurd a ku li gel bavê Jîna Emînîyê hevpeyvîn kiribû hat berdan
Nazîla Maroofilan Îran-irab-rojnameger

Li Îranê rojnamevana kurd Nazîla Maroofilanaya ku li gel bavê Jîna Emînîyê hevpeyvîn kiribû 8ê tirmehê hatibû girtin.

Li gor daxuyanîya Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê rojnamegera jin bi qefaleta 300 milyon tûmenî îro ji zindanê derketiye.

Maroofilana bi îddîaya "bi nûçeyên xwe li dijî rejîmê propgandayê dike" hatibû girtin.

Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) meha borî li ser girtina wê rojnamevanê raporek weşandibû û tê da behsa sedemên girtina wê kiribû.

Li gorî rapora CPJyê piştî xwenîşandanên Jîna Emînîyê li welêt herî kêm 95 rojnamevan hatine girtin.

Çi bibû?

13ê Îlona 2022an de keça Kurd a bi navê Jîna Emînî bi hinceta cil û bergên wê ne li gor usulên îslamî ne hatibû desteserkirin û di bin çavan da hatibû kuştin.

Pîştî kuştina wê li seranserê welat xwenîşandan dest pê kiribûn û bi sedan kes jiyana xwe ji dest dabûn.

Read more