Kurd li Bajarî ne Podcast: Çima dêya min ji meta min fêm nake!
Qenala Podcastan ya bi navê "Kürtler Şehirde (Kurd li Bajarî ne)" 25 beş in behsa çîroka Kurdan a
Kevintirîn rojnameya rojane ya cîhanî Wiener Zeitung a Awûstûryayê, piştî 320 salan weşana xwe matbû da rawestandin.
Rojname, 320 sal in li Awûstûryayê tê weşandin û şahidîya 12 serokdewlet, 10 împarator û 2 komaran kiriye.
30ê Hezîranê ji ber sedemên aborî weşana xwe ya matbû daye rawestandin.
Rojname dê êdî li ser înternetê wekî malper weşana xwe berdewam bike.
Piştî biryara rojnameyê, sendîkaya rojnameyê jî ragihandiye ku ew dê 200 xebatkarên rojnameyê ji kar derêxin.
Rojnameya Wiener Zeitungê herçend girêdayî dewleta Awûstûryayê ye be jî, ji hêla edîtorîyê ve serbixwe ye.
Rojname sala 1703tan bi navê Wienerisches Diarium hate damezirandin û sala 1857an ji hêla împaratorê Awûstûrya-Macarîstanê Franz Josephî ve hate îstîmlaqkirin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...