Rojnivîska şerî - 18.12.2024 / El Cezîre

Share
Rojnivîska şerî - 18.12.2024 / El Cezîre
Xeze

Piştî hilweşîna rejîma Esad, sazî û welatên navneteweyî li ser paşeroja Sûrîyeyê helwestên xwe dîyar dikin. Di serî de Neteweyên Yekbûyî û Yekîtîya Ewropayê dest bi danûstandinan kirine.

NY dixwaze çi bike?

Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûrîyeyê, Geir Pedersen, li Şamê bi rêveberîya nû re civîya. Pedersen di civînê de daxwaza hilbijartinên azad û adil kiriye û xwestiye ku rê li ber alîkarîyên mirovî bê vekirin.

Krîza aborî çiqas xeter e?

Serokwezîrê nû yê Sûrîyeyê Mihemed El-Beşîr di hevpeyvîneka bi El-Cezîreyê re rewşa aborî ya welêt daxuyandiye. Li gorî El-Beşîr, rezervên pereyên biyanî gelekî kêm bûne û ji bo avakirina welêt piştgirîya navneteweyî pêwîst e. Wî daxwaz kiriye ku dorpêçên aborî bên rakirin.

YE li ser çi dixebite!

Serokê Yekîtîya Ewropayê, Ursula von der Leyen, daxuyandiye ku ew ê têkilîyên xwe yên rasterast bi rêveberîya nû re xurt bikin. Von der Leyen gotiye ku ew ê li ser projeyên nû yên alîkarîyê bixebitin û rewşa mafên mirovan û demokrasîyê bişopînin.

Îsraîl çi planan dike?

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu û rayedarên leşkerî li ser Çîyayê Hermonê civîyan. Di civînê de rewşa ewlehîyê ya li sînor û helwesta li hember rêveberîya nû ya Sûrîyeyê hatine nirxandin. Rayedaran planên ewlehîyê yên nû jî gotûbêj kirine.

Rêxistina Koçberîyê çi dibêje?

Serokê Rêxistina Koçberîyê ya NY daxuyandiye ku rêveberîya nû ya Sûrîyeyê qebûl kiriye ku karê li pêşîya wan gelekî mezin e û bêyî piştgirîya navneteweyî nikarin van karan bi serê xwe bikin.

Çavkanî: Reuters El-Cezîre Botan Times

Read more