Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Li ser destpêka şerê Israîl û Hamasê ra ji hefteyekê zêdetir wext derbas bû.
Li gorî nûçeya RSFyê, li herema şerî bi giştî deh rojnameger hatine kuştin ku ji wan rojnamegeran 7 kes li Libnan û Gazzeyê karê xwe dikirin.
Berîya mirina rojnamegerê Reutersê Issam Abdallah ku li ser sînorê başûrê Libnanê mir, dema Israîlê Gazze bombebaran dikir 6 rojnameger hatibûn kuştin.
Mohammed Abou Matar, Saïd al-Tawil, Mohammed Soboh, Hisham al-Nawajha, Ibrahim Lafi, Mohammad al-Salihi û Issam Abdallah hin ji wan peyamnêr, edîtor û xebatkarên medyayê bûn ku ew di dema şerî da hatine kuştin.
Di bombebarana 13ê Cotmehê da ji xebatkarên tîma Reutersê Thaer Al-Sudani û Maher Nazeh, ji AFPyê Dylan Collins û Christina Assi û ji kanala Al Jazeerayê Carmen Jokhadar û Elie Barkhya birîndar bûne û rewşa wan xeternak e.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...