Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Li TELE1ê Parlamenter Partiya Karkerên Tirkîyeyê (TIP) Sera Kadigil di der barê Diyanet û îmam-hatîban de axivîbû.
Wê got ku "Dîyanet bi vê şekle xwe ye îro amûreke îslamiya siyasî ye."
Piştî vê rexneyê Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTÛK) 3 rojan ekranên TELE1ê reş kir.
Belgesela ku ji alîyê RTÛKê ve hatiye şandin van sê rojan li ser ekranên TELE1ê bê weşandin.
Ger li TELE1ê du carên din jî heman ceza bê dayîn, di encamê de lîsansa kanalê dê bê betalkirin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...