B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Nubihar li ser navê kovara akademîk ya Nûbiharê 4-5ê Gulanê sempozyûmeka navnetewî li dar dixe.
Sempozyûm bi navê Sempozyûma Navneteweyî li ser Ziman, Edebîyat û Zanistên Civakî -I- tê lidarxistin.
Wan di kataloga xwe ya sempozyûmê da destnîşan kirîye ku wekî kovargerîya akademîk vê qadê jî bikin meydaneke berhemdar ji bo geşkirina berhemanîna zanyarîyên zanistî yên li ser ziman, edebîyat û dîsîplînên civakî yên kurdî.
Wan bang li hemû vekolerên welatî û bîyanî kiribû ku bi xebatên xwe yên hêja sempozyûma wan dewlemend bikin.
Encamên serlêdanên sempozyûmê û beşdaran dîyar bûn.
Mijarên sempozyûmê di çarçoveya vekolînên kurdî da li ser ziman, edebîyat û hemû zanistên civakî ye.
Sempozyûm du rojan (4-5ê Gulanê) berdewam dike û ji 21 rûniştinan pêk tê.
Piştî sempozyumê dê nivîsar wekî kitêb ji alîyê Nûbiharê ve bêne çapkirin.
Di sempozyûmê da nivîskarên Botan Timesê yên wekî Sevda Orak Reşitoğlu, Zülküf Ergün, Serdar Şengül û Shahab Vali cih digirin.
Ji bo agahîyên berfirehtir ên li ser sempozyûmê bitikîne an jî li ser PDFa jêrê bibîne.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...