Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Hêzên dijberî hikûmeta Sûrîyeyê balafirgeha Helebê û akademîya leşkerî kontrol kirine. Li gor çavkanîyan, serhildêran êrîşî bajarê Hamayê jî kiriye.
Serhildêran roja 1ê Kanûna pêşiyê ya sala 2024ê herêmeka fireh a parêzgehên Hama, Idlib û Helebê xistiye bin kontrola xwe. Li gor Çavdêrxaneya Sûrî ya Mafên Mirovan, ew niho li herêmên rojavayê Sûrîyeyê pêş dikevin.
Hêzên hikûmetê bi piştgirîya balafirên şer ên Rûsyayê li herêmê êrîş pêk tînin. Li gorî çavkanîyan, di encama êrîşan de gelek welatî mirine. Hêzên Rûsyayê li gundewarên Hama û Idlibê armancên serhildêran bombardiman kirine.
Serhildêran ji hêzên Kurd ên li Helebê daxwaz kiriye ku bi çekên xwe derkevin û herin bakurê rojhilatê Sûrîyeyê. Wan ragihandiye ku kontrola hemû Idlibê di destê wan de ye.
Jake Sullivan, şêwirmendê ewlehîya neteweyî yê Serokê Amerîkayê Biden, gotiye ku ew ji armancên Heyeta Tehrîr el-Şam bi fikar in. Lê holê jî dîyar kiriye ku ew ji bo zexta li ser hikûmeta Esed ne hestîyar in.
Serokê Îranê Masoud Pezeshkian di civîna parlamentoyê de xwestiye ku welatên Îslamî midaxele bikin. Wî gotiye ku divê Amerîka û Îsraîl ji krîza Sûrîyeyê sûd wernegirin.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...