Serlêdana Festîvala Filmên Kurdî a Berlînê dest pê kir

Serlêdana Festîvala Filmên Kurdî a Berlînê dest pê kir
cover_photo-1

Serlêdan û qebûlkirina fîlmên ji bo 13emîn Festîvala Filmên Kurdî a Berlînê dest pê kir.

Festîvala Filmên Kurdî a Berlînê îsal fîlmên bi çîrokên ji perspektîfa kurdan û li ser mijarên kurdan bi rê ve biçe.

Serlêdanên kurtefîlman heta 15ê Tebaxê bê qebûlkirin û divê fîlm 25 deqîqe be. Di dawiya festîvalê da, jurîyeke serbixwe dê sê xelatgeran diyar bike, ku dê her yek xelat wergirin. Mesrefa pêşkêşkirinê 5 euro ye.

Festival dê navbera 6-12 Cotmehê 2023an li Berlînê pêk bê û şêwekarîya posterê ya îsal ji aliyê Yana Vekshyna ve hatiye çêkirin.

Yana Vekshyna dîzaynera grafîk û îllustrator a Ukraynî ye ku li Berlînê dijî û dixebite. Di sala 2017an da koçî Almanya kir û li Zanîngeha Berlînê ya Navdewletî ya Zanistên Pêwendîdar xwend. Warên wê yên sereke yên eleqeyê dizayna çapkirinê ya navneteweyî û tîpografiya pir-nivîskî ne. Di posterê de desteke jinê tê nîşandan, ku bi serbestî șalek Kurdî ber bi ezman difirîne. Şalê ku li ber ezmana sibehê diherike, hesteke hêviya azadiyê û derfetên bêdawî dide.

Festîvala Filmên Kurdî a Berlînê kengê hat demezrandin ?

Festîvala Filmên Kurdî a Berlînê di sala 2002ê da hat demezrandin û di sala 2020ê da 10emîn salvegera xwe pîroz kir. Di berdewamîya salan da çalakiyên çandî di nava Festîvala Berlînê da bi cih bûn û êdî festîval ne tenê civakên kurd her wiha di nava sînemahez û gelên Berlînê da jî tê zanîn.

Bernameya festîvalê ji kurtefilm, belgefilm û filmên metrajdirêj pêk tê û hem karên derhênerên çar parçeyên Kurdistanê -Başûr, Rojhilat, Bakur, Rojava- û dîasporayê hem jî karên derhênerên Ewropî yên ku behsa babeta rastîyên kurdan dikin, di nava xwe da dihewîne. Çalakiyên mîna nîqaşên bi rêya panêlan, konsert û xwendinên cûr bi cûr, bernameya filman ya bi baldarî hatî hilbijartin, xurttir dikin. Ji sala 2018ê û vir ve, bi hevkarîya Komeleya Yekîtiya Malbatên Kurd, YEKMALê, gelek filmên zarokan bûn perçeyeke bingehîn ya bernameya festîvalê. Dîsa, ji sala 2020ê û vir ve bername cih dide nêrînên hunermendên ciwan yên kurd yên videoyên hunerî çêdikin, û ew bûne perçeyeke bingehîn ya festîvalê.

Ji bo serlêdanê fîlman lînkê bitîkînin.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.