Serlêdana Xelatên Rojnamevanîyê ya Mûsa Anter dest pê kir

Share
Serlêdana Xelatên Rojnamevanîyê ya Mûsa Anter dest pê kir
690x390cc-ist-22-07-2023-musa-anter-gazetecilik-odulleri-basvuru

Serlêdana ji bo 30yemîn pêşbirka Xelatên Rojnamevanîyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemenîya Azad dest pê kir.

Ev bername ji alîyê Rojnameya Yenî Yaşamê ve tê birêvebirin û bername dê beşên wekî “Nûçeyên  Tirkî”, “Nûçeyên Kurdî”, “Wêne (Nûçe Wêne)”, “Karîkatur” û “Nûçegihanîya Jinan” a ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz pêk bê.

Beşdar dikarin heta 10ê îlonê serlêdanê bikin û encamên serlêdanê jî dê di 18ê îlonê da eşkere bibin.

ŞERTÊN BEŞDARIYA PÊŞBIRKÊ

Li gorî nûçeya MAyê her kes dikare tev li pêşbirkê bibe. Tenê endamên desteya hilbijêr (sala ku jurî ye) û xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê nikarin beşdarî pêşbirkê bibin. Berhem divê piştî 10ê îlona 2022yan hatibe weşandin.

Dîvê berhem hatibe weşandin û navê wê rojname, kovar, ajans, malpera înternetê, TV û agahîyên dîroka weşandinê û kopyek weşandinê di dosyeyê da cih bigire.

Beşdar divê raborî (biyagorafî), navnîşana xwe (telefon) û nivîsa agahiyên derbarê berhemê da û wêneyek xwe li dosyeya serlêdanê zêde bikin.

ENDAMÊN JURIYÊ

Juriya Nûçeyên Tirkî: Faruk Bildirci, Ali Duran Topuz, Banu Güven, Candan Yıldız, Nezahan Doğan, Mehmet Ali Çelebi.

Juriya Nûçeyên Kurdî: Suna Tunç, Hatice Kamer, Rizoyê Xerzî, Ramazan Ölçen, Leyla Ayaz.

Juriya Nûçegihanİya Jinan: Ceren Sözeri, Bican Değirmenci, Arjin Dilek Öncel, Safiye Alagaş.

Juriya Wêneyan: Ramazan Özturk, Özcan Yaman, Murat Baykara, Beritan Canozer, Çetin Altun.

Juriya Karîkaturan: Murat İpek, Musa Keklik, Aşkın Ayrancıoğlu

Navnîşana ku berhem jê re bên şandin:

“e-posta: mailto:apemusaozgurbasin@gmail.com

Telefon: 0 212 252 83 99 Fax: 0 212 252 83 90

Navnîşan: Şehit Muhtar Mahallesi Bekâr Sokak No: 7/3 Beyoğlu/İstanbul”

Çavkanî (MA)

Read more