Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûrîyeyê Ebdurrehman Mistefa di hevpeyvîneka taybet de li ser rewşa nû ya Sûrîyeyê, têkilîyên bi HTŞê re û operasyonên leşkerî yên paşerojê axiviye. Li gorî Mistefayî, divê Sûrîye ji dîktatorîyekê derbasî ya dî nebe.
Mistefa gotiye ku ew ê li benda kiryarên HTŞê bin. Wî dîyar kiriye ku daxuyanîyên HTŞê yên heta niho dilxweşker in, lê divê ev yek di kiryaran de jî bê dîtin.
"Eger piştî 1ê Adarê hikûmeteka demkî were avakirin, ev ê nîşan bide ku ew di rêya rast de ne."
Serokê opozîsyonê gotiye ku Artêşa Neteweyî ya Sûrîyeyê (SMO) di bin şertên guncav de dikare çekên xwe deyne. Lê wî dîyar kiriye ku şerê li dijî "terorê" hîn jî berdewam e.
Li ser pirseka derbarê operasyonên li dijî HSDê de, Mistefayî gotiye ku ew ê êrîşên xwe bidomînin. Wî dîyar kiriye ku eger şert guncav bin, dibe ku operasyoneka li dijî Kobanîyê jî pêk bê.
Li ser mijareka dî ya girîng, Mistefa daxuyandiye ku piranîya Sûrîyeyîyên li Tirkîyeyê dixwazin vegerin welatê xwe. Li gorî wî, piştî ku rewşa Sûrîyeyê aram bibe, dê vegerîn dest pê bike.
Mistefa tekezî li ser avakirina hikûmeteka demkî ya hemûgir kiriye û gotiye ku divê:
Çavkanî:
Ev nûçe ji alîyê Botan Times ve hatiye amadekirin
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...