Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Serokê Interpolê Jürgen Stock li ser çeteyên sûcdar ên navneteweyî dewlet hişyar kirin. Stock dibêje ku çeteyên sûcdar niho wek şirketên global tevdigerin.
Ew ji bo bazirganîya mirovan û çekan bûne xwedîyên çavkanîyên pir mezin.
Li gorî Stock, kokayîn bûye pirsgirêkeka gelek mezin li Ewropayê. Herwiha Fentanyl, madeyeka jehrî ya pir xeternak e, wê dest bi belavbûnê li Ewropayê kiriye. Ev rewş nîşan dide ku pirsgirêka madeyên hişber zêde dibe.
Stock diyar dike ku li Almanyayê jî, niho şerê li ser herêman di navbera çeteyên sûcdar de dest pê kiriye. Ev nîşan dide ku çeteyên sûcdar êdî ne tenê li welatên feqîr, lê li welatên dewlemend ên Ewropayê jî xwe bi cih dikin.
Ji ber van sedeman, Stock bang li hukûmetan dike ku hevkarîya polîsan zêde bikin.
Çavkanî: Botan Times, Deutsche Presse-Agentur (dpa) û https://www.tagesspiegel.de/
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...