Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Piştî erdhêja Mereşê ku li 10 bajaran bandor kir, bê dengiya Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Behçelî bû rojev.
Di vê pêvajoyê de hema bêje ji hemû partiyan, serok û rêveber derketin qadan.
Lê heta niha nehatiye dîtin ku Bahçelî li cihekî geriyaye.
Serokê MHPê rojek piştî erdhejên 7,7 û 7,6 ên bi navenda Mereşê qewimîn daxuyanîyek da û piştre jî bêdeng ma.
Dengê Bahçelî herî dawî rojek piştî erdhêja yekem, di 7ê Sibatê de hat bihîstin.
Bahçelî bi parvekirinên xwe yên li ser Twîtterê ragihandina Rewşa Awarte (OHAL) parastibû û ji bo mexdûrên erdhejê sersaxiyê û şîfayê xwestibû.
Her wiha Serokê Giştî yê MHPê ragihandibû ku wî mîlyonek lîre alîkariya AFADê kiriye.
Ji îro pê ve Bahçelî ev 6 roj in bêdengiya xwe diparêze.
Bêdengiya Bahçelî bala bikarînerên medyaya civakî jî kişand.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...