Seyîdxanê Boyaxçî û Ew Kurikî Çûçik î Xweşik Diyar Binici

Share
Seyîdxanê Boyaxçî û Ew Kurikî Çûçik î Xweşik Diyar Binici
WhatsApp Image 2023-06-15 at 16.57.48

Metnên tarîx û edebîyatê raber dikin ku di sedsala 20an de ji Deyşta Sirûcê sewtên şewq li ser derketine.

Ji metnan bêlî dibe ku ji Mişo Bekebûr Berazî heta Baqî Xido dengbêjên vê deyştê bi dev û dilên xwe, bi sewtên xwe esas, ji ewên ji hêla xerbî re meraqên muzîkî çêkirine.

Roger Lescot mesela ji Fransayê, ji Swêdê Stig Wikander hatine li ode û dîwanan guh dane ser dengbêjên Deyşta Sirûcê û gotine meseleyên kilamên vê deyştê ji yên derên din hîn rasttir in.

Li ser wê xeta rast û li ser wan kokan îcar jî sedsala 21an dengekî din bilind dibe ji Deyşta Sirûcê: Diyar Binici: Ew kurikî çûçik î xweşik î li Mala Dengbêjan ya li Diyarbekirê li kêleka Seyîdxanê Boyaxçî bi duetekê distrê ku vîdyoyên wê duetê ji sala 2014an vir ve hîn jî her ro du ro li ser WhatsApp, Tiktok, Instagram û Twitterê bi deh hezaran caran têne sêrkirin.

Seyîdxanê Boyaxçî, ku li Mala Dengbêjan mîna otorîteyekî dengbêjîyê bû, sala 2020an bi dilekî şikestî wefat kir: Di talîya imrê xwe re ew bi tenê mabû û wî ji ber rewşa xwe ya xerab digot, ''Gava ku ez çûm bira kesek neyê ser gora min, bira ji min re fatîhayê nexwîne.''

Li dil şikestin, deng li dinê, beden li binê erdê Seyîdxanê Boyaxçî çû û venagere. Ê me, ji bo meraqên hîn jî sax û li heyatê, em ji Diyarbekirê bi rê ketin çûn Sirûcê, çûn wî dengê din yê duetê.

Bi pirsa ''Te çi wext, çito dest bi gotina kilamên giran kir?'' Diyar Binici dibêje ''Sal du hezar û deh û çar bû, ez î 9 salî bûm, ez û bavê xwe li çolê bûn me avdan dikir, min êdîna dinê gî dîbû û fehm kiribû û min ji xwe re werga dest pê kir, stra.''

''Ew kilama wê royê jî rind tê bîra min, Emro bû'', dibêje Diyar Binici. ''Emro qîz û bûkên me meşîyane avê...'' Bi gotina Diyar Binici be, ew kilam tevî ku referans û frekansên xwe ji hêla Serhedê digire, bo zarokekî Sirûcî yê dil daye dengbêjîyê ne kilameka wiqas çetin û gotingiran bûye.

''Zati ez kilamekê carekê guhdar bikim, ez cida dikim qafê xwe, kîjan stran be kilam be ferq nake, ez carekê guhdar bikim jî kanim hema bejim.'' dibêje Diyar Binici.

Di vê meraqê de, hem destekên bavê wî, hem girîya dîya wî li ser sewta wî, hem jî kilamên pîrka wî rê li ber wî vekirine.

''Ez î hîn î zar bûm'' dibêje Diyar Binici, “ez ji mektebê dihatim diçûm ber dawa pîrka xwe. Wê jî kilam pir zanibûn û distra, tim min guhê xwe dida ser: Kilamên wê kilamên berê bûn, pir hiznî bûn''

Li ser hiznê jî Diyar Binici dibêje ''Ez li Îzmîr û Îstenbolê li înşaetan dixebitîm û min ji xwe re di ber xwe de distra, carna Tirk dihatin cem min û tevî ku ji kilamê fehm nedikirin jî kelgirî dibûn û digotin, tu bi vî dengî li van deran, li van îş û şixulên giran çi digerî, cîhê te ne va dera ye.''

Bi kilaman re yê ku ji Diyar Binici re sêz lêdixe Suwar Kobanî ye. Ew î hîn î zar bûne, li Sirûcê bûne cîran, hevdu nas kirine û bi hevdu re bûne bira.

Suwar Kobanî dibêje ''Me bi têl û textikan tembûr çêdikirin û pê tingeling jî çêdibû ku Dîyêr li ber distra.''

Yek Dîyar û yek Suwar, yek ji Sirûcê û yek ji Kobanîyê, yek î sêz dibêje yek î li sêz dixe, du gênc, geh geh li avdanê bêr di destan de, geh geh li înşaetan îşên boyaxê li pêş, dikevin xeyalan ku saz û stranên wan bêtir werin bîhistin û ew bêtir herin ode û dîwanên muzîkê.

Wêne: Mem Artemêt

Hem ya Dîyar Binici ye, ew dibêje wî îcazeta xwe ji Seyîdxanê Boyaxçî sitandiye û dest û dilê xwe jî ji wî, û bi kilameka hêla Xelfetîyê, bi fedîkirineka hizn li ser, xwe dide ser dengê xwe.

mi egîtekî malê bavî xwe

wenda kiriye simêlê reş e

lo welle di ser re çûyo tekerî reş e

Çavkanî:

Güneş, Ömer - Şahin, İbrahim: Antolojiya Dengbêjan 1 - Dengbêj Reso, Weşanxaneya Nûbiharê, 2019.

Lescot, Roger: Memê Alan, Weşanxaneya Avesta, 2020.

Hunermend Mişo Bekebûr Berazî, Belgefîlm, Çêker: Salih Kobanî, 2012.

Li Sirûcê roportaj bi Diyar Binici û Suwar Kobanî re, Qeyd: Omer Faruk Baran, Foto-Vîdyo: Mem Artemêt, 9ê Hezîranê 2023.

Dîyar û Seyîdxanê Boyaxcî - Emro, Kanala Youtubeê: medamed21, 2014

Read more