Sînorê feqîrîyê 33 hezar e, mûçeyê karkeran bû 11 hezar û 402 lîreyê tirkan
Ji civîna sêyem a Komîsyona Tesbîtkirina Mûçeyê Herî Kêm biryar derket.
Alîyên hikûmetê û sendîkayên karkeran li hev kirin. Bi biryara her du alîyan mûçeyê herî kêm dê ji 1ê Tîrmehê vir ve bibe 11 hezar û 402 lîreyê Tirkan.
Mûçeyê herî kêm yê niha 8 hezar û 506 lîre ye. Bi biryara nû ya îro, mûçeyê herî kêm ji sedî 34 hat zêdekirin. Bi rêjeya îro 11 hezar û 402 lîreyê tirkî ye ku teqabûlî 482 dolaran dike.
AK Partîyê soza 500 dolaran dida..
Vedat Bîlgînê ku berîya hilbijartinê Wezîrê Xebat û Ewlehîya Civakî bû, di weşana zindî ya 9ê Gulanê da destnîşan kiribû ku dê mûçeyê herî kêm bibe 500 dolar.
Lê reqema ku ji bo karkeran hate eşkerekirin ji 500 dolaran kêmtir e.
Sînorê birsîbûnê 10 hezar û 362 lîre ye
Li gor daneyên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkîyeyê (TÜRK-İŞ) ji bo malbateka tenê da ku bikaribe zikê xwe têr bikin (sînorê birsbûnê) pêdivîya wan bi 10 hezar û 362 lîreyan heye.
Malbateka çar kesî ji bo bikaribin mehekê xwe xweyî bikin (sînorê xizanîyê) pêdivîya wan bi 33 hezar û 439 lîreyan heye.
Xebatkarekî nezewicî jî ji bo debara jîyana xwe bike mehane pêdivîya wî bi 13 hezar û 439 lîreyan heye.
Zêdebûna buhayên xwarin û vexwarinê û enflasyona bilind a li Tirkîyeyê metirsîya birçîbûn û xizanîyê jî zêde kirîye.