Şirketa petrolê Shell cih neda Kurdî: 'Boykot bikin!'

Share
Şirketa petrolê Shell cih neda Kurdî: 'Boykot bikin!'
Adsız tasarım

Şirketa petrolê ya Brîtanyayê Shell, li benzînxaneyên xwe bi dehan zimanan bo kiryar û mişteriyên xwe 'xêrhatin' nivîsîne. Tevî çendîn zimanan, cih nedaye zimanê kurdî.

Li ser torên medyaya civakî gelek kesan bertek nîşanî vê helwesta wan da. Kurdan li ser medyaya civakî  ji bo boykotkirina Shellê kampanyayek dan destpêkirin.

Kampanyaya ku bi hashtaga #BoycottShellForKurdishê (Kurd Shellê Boykot Dikin) hat destpêkirin, di demeka kurt da piştgirîya gelek kesên navdar jî girt.

Hunermend Nîzamettîn Ariç jî  yek ji piştigrên vê kampanyayê bû. Ariç bi sê zimanan banga boykotkirina benzînxaneyên Shellê kir.

Serokê berê yê Odeya Mîmaran a Amedê Şerefxan Aydin dema çûbû benzînxaneyê nivîsa li ser derî bala wî kişandibû û li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev wêne parve kiribû.

Aydin di parvekirina xwe da gotibû; “Em bi milyonan li mala xwe 'bixêr hatin'ekê nabînin!. Kurdî tune be Shell jî tune ye êdî. Bang kiribû ku Shell bê boykotkirin.

Read more