Stranbêjê kurd ê danîmarkî Tobîas Rehîm 80 hezar kes reqisand

Stranbêjê kurd ê danîmarkî Tobîas Rehîm 80 hezar kes reqisand
Ekran Resmi 2023-07-05 10.06.06

Stranbêjê kurd ê danîmarkî Tobîas Rehîm li konserta xwe ya mezin li gel bi deh hezar guhdaran govend girt.

Dîmenên govendê yên stranbêjê navdar di demaka kurt da li ser medyaya civakî belav bûn û ji aliyê sedan kesan ve hate parvekirin.

Di wê vîdyoya berbehs da, Rehîmî bo guhdarên xwe dibêje;

"Tilîkên biçûk yên hevûdu bigirin û em ê govenda Kurdî bilîzin."

Stranbêj li gel guhdarên xwe li ber tembûra elektroyê dîlana kurdî digire. Herwiha di vîdyo û dîmen da tê dîtin ku li alîyekê sehneyê jî ala Kurdistanê hatiye bilindkirin.

Hunermend Tobîas Rehimî sala 1989an ji dayikeka kurd û bavekî danîmarkî hatiye dinê.

Rehîmî, 2 salan li bajarê herî mezin ê Kolombiyayê, li Caliyê, li taxeke feqîr jiyaye. Sala 2017an albûmeka bi  navê xwe Solo EP Tobias Rahim derxistiye.

Sala 2020an albûma Neteweyî ya Romantic 2021 weşand ku tê de stranên "Jesus", "Borderline" û "Sang til Siri" hene.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.