Mutlu Can: Ganî amancê ma yo bingeyên vilabîyayîşê ziwanê standardî bo
Avaşîn Yılmaz Bi kirmanckî/zazakî wendegehan de perwerde çin yo. Statu û resmîyetê ziwanê ma zî çin o. Ziwanê ma
Talîban li Afganîstanê zext û zordarîya li ser jinan didomîne. Rêveberîya Talîbanê ferman da ku salonên bedewîyê yên ku xizmeta jinan dikin, di nava mehekê da bên girtin.
Li gorî nûçeyên medyaya Afganistanê, hatiye diyarkirin ku lîsansa wan salonan dê meha bên bidawîkirin.
Rêveberîya Talîbanê ji bo biryara girtina salonên bedewîyê heta niha ti sebeb nîşan nedaye.
Li Afganîstanê bi girtina salonên bedewîyê dê gelek jin bêkar bimînin.
Talîbanê, wextê ku Tebaxa 2021ê desthilatdarîya li Afganistanê bi dest xistin, diyar kiribûn ku ew dê rêzê li mafên jinan bigirin. Lê piştî demekê ev sozên wan hatin jibîrkirin. Dibistanên keçan hatin girtin, xwendina zanîngehê li jinan hat qedexekirin. Destûr nehat dayîn ku jin li sazîyên alîkarîyê yên navneteweyî bixebitin. Herwiha qadên cemawerîyê yên wekî hewz, navenda fîtnessê û parkê jî ji jinan re hatin girtin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...