Girseyên mezin ji bo Xameneyî li Iraqê li hev civîyan - Erika Solomon, The New York Times
Bi sed hezaran kes li bajarê Necefa Iraqê ji bo rêberê dînî yê Îranê Ayetulah Elî Xameneyî civîyane. Mirovên li
Yek ji pisporên şikeftan, Mark Dickey piştî çûyî di şikefta "Morca"yê ya nêzîkî Behra Spî, nexweş bûye û nekariye vegere. 150 kes li hewara wî çûne.
Pisporê şikeftan digel nîşanîya xwe û du kesên dî çûye cihekê kîlometreyekê kûr. Li gor nûçeya The Guardianê ew nexweş bûye û ji rûviyên wî xwîn hatiye.
Wî pêşiyê hewara xwe gihandiye koma pisporên şikeftan ya li New Jerseyê. Wê komê hewar rakiriye. Tîmeka saxlemîyê ya Îtalî pêşiyê xwe gihandiye binê şikeftê û alîkarîya Dickeyî kiriye.
Paşê bi çûna komên hewarê yên Tirkiyeyê jimara mirovên xelasker bûye 150.
Mark Dickeyî bi vîdeoyekê diyar kiriye bi xêra bilezçûna tîmên hewarê ew ji mirinê felitiye.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...