Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Kampanyaya Donald Trumpî sê roj berîya hilbijartinên Amerîkayê dibêje ku ew li pêş in. Lê alîkarên wî jî qebûl dikin ku encam ne dîyar in.
Lêkolînên navxweyî nîşan didin ku Trump li hemû dewletên girîng li pêş Kamala Harrisê ye. Li Nevadayê jî Komarxwaz di dengdana pêşwext de pêş ketine. Zêdetirî Amerîkîyan bawer dikin ku welatê wan di rêya xelet de diçe. Ev yek jî derfetên serkeftinê yên Trumpî zêde dike.
Alîkarên Trumpî ji rewşa Pennsylvanîyayê ditirsin. Lêkolînên navxweyî nîşan didin ku Trump li vê derê pêş e, lê ev encam ne pêbawer in. Li North Carolinayê jî rewş ne ewle ye. Trump di dawîya hefteyê de sê caran çûye vê dewletê.
Bernameyeka li Madison Square Gardenê, Trumpî bandoreka xirab li ser dengderan kiriye. Li wê derê wî gotinên nijadperest li ser Puerto Ricoîyan, Reşikan û Latînan kirine. Ev yek bi taybetî dikare bandorê li dengên Puerto Ricoîyên Pensîlvanyayê bike.
Trump di meha dawîyê de gotinên tund li dijî koçberan bi kar anîye û ji ber rewşa sînorî Harris tawanbar kiriye. Kampanyaya Harrisê jî Trumpî wek kesekê cudaker û faşîst nîşan dide û li ser mafê kurtajê û aborîyê disekine.
Çavkanî: The Guardian, Botan Times
Nivîskar: Hugo Lowell
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...