Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Trump bi serkeftina xwe ya li eyaleta Wisconsinê re gihiştiye 270 dengên hilbijêrî û bûye serokê DYAyê. Wî di axaftina xwe ya li Palm Beachê de daxuyandiye ku ev roj wê wek roja ku xelkğ kontrola welatê xwe bi dest xistiye bê bira xelkê. Trump bi vê serkeftinê bûye yekem serokê ku piştî têkçûna hilbijartina duyem careka dî hatiye hilbijartin.
Trump di kampanyaya xwe de li ser pirsgirêkên koçberîyê, enflasyonê û ewlehîya sînorî rawestiyaye. Wî soz daye ku dê pergala koçberîyê ya DYAyê bi temamî biguherîne. Di hefteyên dawîyê yên kampanyayê de li ser mesrefa jiyanê û pirsgirêkên aborîyê sekiniye.
Piştî serkeftina Trumpî nirxên pereyên şîrketan, dolarî û bonoyên xezîneyê bilind bûne. Ev yek nîşaneya dawîhatina bêîstiqrarîya hilbijartinê ye. Bazara dravî ya navneteweyî jî bi erênî bersiv daye vê encamê.
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu peyamên pîrozbahîyê şandine. Netanyahu gotiye ku ev serkeftin nîşaneya xurtbûna hevkarîya di navbera Îsraîl û Amerîkayê de ye. Gelek welatên dî jî li ser piştgirîya xwe ya ji bo DYAyê tekez kirine.
Trump dê bi Senatoya Komarxwaz re dest bi kar bike. Lê hê nedîyar e ka dê Meclisa Nûneran di bin kontrola kîjan partîyê de be. Trump soz daye ku dê gelek biryarên xwe bêyî piştgirîya Kongreyê pêk bîne.
Kamala Harris, ku dixwest bibe yekem jina reşik û Asya-Amerîkî ya ku bûye seroka DYAyê lê di hilbijartinê de bi ser neketiye. Harrisê kampanyaya xwe piştî vekişîna Joe Bidenî dest pê kiribû û tenê sê meh fersenda kampanyayê bi dest xistibû.
Rêveberên cîhanê bi taybetî li ser helwesta Trumpî ya li hember şerê Ukraynayê û Rûsyayê xemgîn in. Her wiha sîyaseta wî ya bazirganîyê û biryarên wî yên bacê jî bûne mijara nîqaşê.
Trump soz daye ku dê di sala 2025ê de dest bi guherînên mezin bike. Di nav van de reforma koçberîyê, sîyaseta bazirganîyê û reformên bacê hene. Her wiha wî daxuyandiye ku dê gelek biryarname û fermanên Bidenî jî betal bike.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...