Ukrayna: Helîkopter ketiye û wezîrê karên navxweyî miriye

Denis Monastırskiy, Wezîrê karên navxweyî yê Ukraynayê

Li bajarokê Brovaryê yê nêzîkî Kîevê helîkopterek ketiye. Wezîrê karên navxweyî yê Ukraynayê  Denis Monastırskiy û 17 kesên dî mirine.

Li gor nûçeya Euronewsê helîkopter li nêzîkî pêşdibistanekê ketiye. Waliyê Kîevê diyar kiriye ku ji kesên mirîn 3 zarok bûne. Ji 29 kesên birîndar jî 15 zarok in.

Nediyar e ka ji ber çi helîkopter ketiye. Wezareta Karên Navxweyî ya wî welatî daxuyandiye ku wan dest bi lêkolînekê kiriye ka qeza ji ber çi ye.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.