Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Li gorî agahîyên Pentagonê û rayedarên Korêya Başûr, 3 hezar leşkerên Korêya Bakur dê beşdarî şerî bibin. Lê pisporên şerî dibêjin ev yek dê bandoreka mezin li şerî neke.
Ûkrayna li herêma Kurskê ya di destê Rûsyayê de ji bo şerê leşkerên Korêya Bakur xwe amade dike. Beşdarbûna dewleteka din a xwedî çekên nukleerî di şerî de dibe sedema mezinbûna şerî.
Berdevkê Pentagonê Pat Ryder gotiye ku hejmareka biçûk ya leşkerên Korêya Bakur li Kurskê ne û 2 hezar leşkerên dî jî dê di demeka nêz de biçin wê derê. Rayedarekê payebilind ê Korêya Başûr dîyar kiriye ku 3 hezar leşker nêzîkî xeta şerî ne.
Li gorî lêkolîna Weqfa Friedrich Naumannî, alîkarîya Korêya Bakur dê bandoreka mezin li şerî neke. Sedema vê yekê ew e ku:
Fermandarê hêzên bejahî yê Ûkraynayê Oleksandr Pavlyuk gotiye di hefteyeka borî de 10 hezar û 520 leşkerên Rûsyayê hatine kuştin an birîndar bûne. Li Kurskê di sê mehên borî de 17 hezar û 800 leşkerên Rûsyayê hatine kuştin an birîndar bûne.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...