Ulyssesa taxa me
Kawa Nemir metneka îngîlîzî wergerî kurmancî nekirîye, Ulyssesa îngilîzî hewl daye bike metneka kurmancî.
***
100 sala peymana Lozanê û Ulyssesê hinekî bala me kurdan kişand. Îsal, wergera Ulyssesê ya kurmancî piştî xebata gelek salan çap bû. Min jî 16ê hezîranê qirar da û dest bi xwendinê kir. Me komeka WhatsAppê jî vekir, ji bo danûstandina xwendinên Ulyssesê. Lêbelê di komê da mijara sereke ji roja ewil da bû "em ê çawa bixwînin/naherike, zihmet e hwd." Dibe ku min ev nivîs piştî xwendina xwe temam kirî binivîsanda çêtir bû, lê halê hazir ez nizanim xwendina min dê kingê temam bibe yan jî yê temam bibe gelo? Bo wî ez ê ber xwendinê ra zihmetiyên xwendina Ulyssesê jî binivîsim, dibe ku dengê me mirazilbexşên Ulyssesê bigihêje hev.
Terîfa Ulyssesê aha dikin; romana herî zêde tê qalkirinê, lê herî kêm tê xwendinê. Berîya Ulyssesa kurmancî min çapa tirkî ya Nevzat Erkmen û çend kitêbên din yên James Joyce xwendibûn. Lê gava min wergera Kawa Nemir girte destê xwe û rûpela ewil xwend, min dizanî xwendineka zihmet pêşîya min e. Backrounda (paşxaneya) min ya alîyê James Joyce hinekî pêşîya min ve jibartibe jî zimanê metna kurmancî/zimanê Kawa Nemir bû mijar û serêşîya min a sereke. Tiştê xwendevan gazincê jê dike ji xwe ev tişt e: Zihmetîya Ulyssesê ser da jî zihmetîya kurmancîya wergêr. Min jî hinekî bala xwe da wergernasîyê. Wergereka çewa kirîye Kawa Nemir. Wergera metneke mûmkîn e yan nîne pirseka mezin e, pirsa min wergera kurmancî çiqasî wergereka maqûl e ji bo xwendevanên edebîyata kurdî? Helbet tunebûna metnên alternatîf, derfeta qiyaseka maqûl jî ji holê radike, em roja îro neçar in yegane wergera kurmancî ya Ulyssesê bixwînin û nîqaşa jî li ser vê metnê bikin.
Risteya ewil aha destpêdike: "Stately, plump Buck Mulligan came from the stairhead, bearing a bowl of lather on which a mirror and a razor lay crossed.” [1] “Sertîmar, tevkutayiyê Buck Mulligan, di dêst de zerikeke çilk ji kefa destê sabûnê, ku neynikek û gûzanek çeperast danîbû ser, nûma di serê derencikê re." [2]
Ev riste di derheqê zimanê wergêr da fikrekî dide min. Wergêr ketîye bextê peyvên hemû zarave, ferheng, kitêbên klasîk û modern. Kawa Nemir di hevpeyvînekîê da vî tiştî wek mîsyona wergera xwe dibîne û dibêje ferheng têra me nakin û dîsa dibêje wergera Ulyssesê mudaxaleyeke mezin e li sentaksa Kurdî ya têkçûyî. Ev peyvên em xerîbîya wan dikşînin yan ev risteyên em sentaksa wan nabanînin hemû tercîhên wergêr in. [3]
Pêvajoya îngîlîzîya zimanê metnê û ya kurmancî helbet tenê mijarên lînguîstîk nîn in. Werger tenê weke têkiliya du zimanan bêtir neqilkirina çandekî ber ve çandeka din yan jî rûbirûkirina du zimanan yan jî îxrac û îthal kirina meseleyên têkildarî wan her du zimanan e. Piştî xwendina 7 beşan min tarza wergêr fem kir. Helbet armanca sereke ya wergerandina metna James Joyce ya Ulyssesê ye, lê Kawa Nemir di wergera xwe da hewl dide wê metnê ra atmosfereka kurmancî çêbike, de îjar bo vê atmosferê çi tiştê ku di bîra kurdan da heye/hebû, maye weke alav, weke alîkar bangî wan dike û di wergera xwe da kom dike. Em xwendevan beramberî wergereka 1176 rûpelî dimînin. Ji bo wî jî meriv dikare bibêje Kawa Nemir metneka îngîlîzî wergerî kurmancî nekirîye, Ulyssesa îngilîzî hewl daye bike metneka kurmancî. Yên dixwazin û meraq dikin dikarin tenê 30 rûpelên ewil yên beşa 1. bixwînin û bi metna orîjînal va qiyas bikin, yan jî çend risteyên beşên din binêrin. Ez ê çend mînakên hêsan bidim:
1.Halted, he peered down the dark winding stairs and called out COARSELY/ Vewestiya, zûr bû li jêrê, li pêlingên çivaneyî yên tarî nihêrî û mîna kewê ribat bi qebeqeb xwend"
2-"O, damn you and your Paris FADS! / Îîî tu û 'ecêbîyên kambaxa Parîsa te! Buck Mulligan pê ve danî. Lalawo ,lawikê Bingolî,nabe Stenbolî..."
3-"Phantasmal mirth, folded away: muskperfumed. / Şadîya spêleyî, lêk nûrandî û têk hilandî: bêhna miskê jê difûre."
4-"...Printed by the weird sisters in the year of the big wind. /... Sala bagera qecer a kaf û kunê, ji alîyê xwedawendên serniviştê ve hatiye çapkirin."
5-"For old Mary Ann
She doesn’t care a damn.
But, hising up her petticoats.../
Mary Anna aşegevaniya muzawirê,
Qe ne xema wê ye, bav û birê wê mirê.
Wexta ku hevalkiraskê xwe rakire jorê..."
Êdî Ulysses bi dengê kurmancî di nav me da ye. Bi sedan peyv û risteyên wergerê bendê ne em li ser wan xeberdin. Wergera Ulysses ji bo hemû zimanên ku hatîye wergerandinê bûye mesela niqaşan, normal e ji bo kurdî/kurmancî jî bibe sebebê gelek niqaşên ecêb. Gelo aheng û rengînîya metna J. Joyce di wergerê da gava kurmancîze û nas bibe yê tama edebî bide me yan na. Wekî din xerîbîya xwendevan ya li hemberî Ulyssesê ev ê destûr bide xwendina wergera Ulyssesê me pêşda bibe û tiştekî li me zêde bike. Helbet bersivên wan pirsan di xwendina tecrûbeya Ulyssesê da ye.
Çavkanî:
- [1] Ji bo metna îngîlîzî: https://www.gutenberg.org/files/4300/4300-h/4300-h.htm
- [2] James Joyce, Ulysses, werger Kawa Nemir, Stenbol, weşanxaneya Avesta
- [3] Hevpeyvina bi Kawa Nemir ra: https://www.tumblr.com/mevlutoguz/175690109600/12-helbestkar-%C3%BB-werg%C3%AAr-kawa-nemir-ji-sp%C3%BBtn%C3%AEk