Umît Ozdag: Ez dê seredana Sûrîyê bikim
Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag ragihand ku ew dê di Tîrmehê da li gel şandeka partîya xwe seredana Şamê û çend navçeyên din ên wî welatî bike.
Ozdag beyan kir ku ew dê bi seredana xwe nîşan bidin ka jîyana li Sûrîyeyê çawa asayî bûye.
“Em 4 kes dê di hefteya duyem a meha Tîrmehê da seredana Şamê bikin. Em ê biçin paytexta Sûrîyê. e hazirîyên xwe yên çûnê kirine. Me îro pasaportên xwe pêşkêş kirin. Em dê biçin Şamê û xelkê Sûrîyeyê li cihê wan bibînin. Em dê biçin Lazqîyeyê. Em dê nîşan bidin ku jîyan asayî bûye.”
Serokê Partîya Zaferê Umit Ozdag
Li gorî daneyên Koça Îdarî ya Tirkîyeyê, niha 3 milyon û 381 hezar Sûrîyî di statûya parastina demkî da li Tirkîyeyê qeydkirî ne.
Digel penaberên efxan û yên ji welatên din ev hejmar digihîje 5,6 milyonan.
Ozdag berî hilbijartinên Serokkomarîya Tirkîyeyê gotibû ku ew dê şirketa geştîyarîyê ya “Zafer Turîzm”ê veke û bi rêya wê şirketê koçberên li Tirkîyê bişîne welatên wan.
Partî kengê hate damezrandin?
Partîya Zaferê 26ê Tebaxa 2021ê bi serokatîya Umit Ozdag hatîye damezrandin.
Partî, gotara xwe ya sîyasî li ser dijayetîya koçberên li Tirkîyeyê, xaseten dijayetiya sûrîyan ava dike.