Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Li gorî UNICEFê, di şerê Xezeyê de "rawestandina mirovî" hatine pejirandin da ku cara duyem a derzîlêdana polîoyê pêk were.
Ev karê derzîlêdanê dê di 14ê Çirîya pêşînê de dest pê bike. 590 hezar zarokên di bin 10 saliyê de hene ku derzî dê li wan bê dayin.
Catherine Russell, Rêveberê Giştî yê UNICEFê got: "Rawestandina mirovî ya taybet hatiye pejirandin. Girîng e ku hemû alî van vê biryarê bi cih bînin. Bê van, ne mimkin e ku em derziyê li zarokan bidin."
Tûra yekem a derzîlêdanê di 1ê Îlonê de dest pê kiribû.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di Tebaxê de piştrast kir ku zarokek ji ber vîrûsa polîoya ya cure 2 qismen felc bûye. Li vê herêmê ev bûyera yekem a wiha ye di 25 salên dawî de.
Russell got: "UNICEF dê temamkerên Vîtamîn A jî tevlî bike da ku pergala berevaniyê ya zarokan xurt bike. Zarok li Xezeyê di rewşên gelek xirab ên paqijî û tendurustiyê de dijîn."
Russell diyar kir: "Bi amûrên derzîlêdanê û sindoqên sar ên ku duh gihîştin, UNICEFê ew amade ye ku derziyê li zarokan bide û belavbûna polîoyê rawestîne. Serkeftina xuleka yekem nîşan dide ku dema lihevkirin bên bicihkirin, em dikarin karê xwe bikin."
Felca zarokan, ku bi navê zanistî wek poliomyelit tê zanîn, nexweşiyek vegirtî ye ku ji ber vîrûsa polio peyda dibe. Ev nexweşî bi gelemperî bandorê li zarokan dike, lê dikare vegire kesên hemû temenan jî. Gelek caran wek "polio" tê binavkirin û di dîroka mirovahiyê de cihekî girîng digire.
Mixabin, heta niha tu dermanê taybet ê felca zarokan nehatiye dîtin. Lê belê, nexweşî bi derziyê dikare bê pêşîgirtin. Du cûreyên sereke yên derziyê hene: yek a ku tê lêdan û vîrûsa bêbandorkirî tê de heye, û ya din a devkî ku vîrûsa zindî ya qelskirî tê de heye.
Çavkanî: Reuters, Botan Times, UNICEF, Wikipedia
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...