Vahdet, Kurdologa Kofîfiroş - Me 6 salan xeyal kir û par dest pê kir

Vahdet, Kurdologa Kofîfiroş - Me 6 salan xeyal kir û par dest pê kir
Vahdet Uçar, yek ji kofîyên wê û Zubeyde Beyazê dîzayn kirî li serê wê ye

Ev xanima bi kofîyeka Kurdî xwe xemilandî Vahdet Uçar e. Wê digel hevala xwe Zubeyde Beyazê ew kofî û hemî kofîyên dî li Polonyayê dîzayn kirine.

Ew bi tenê kofîyan dîzayn nake, di heman demê de difiroşe welatên Ewropayê jî. Digel kofîyan ji biyanîyan re behsa Kurdan û çanda wan jî dike. Mûzeya Etnografiyê ya Polonyayê ji wan xwestiye hin berhemên wan nîşan bide.

Vahdet Uçar li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê li ser Kurdî mastera xwe dinivîse, bi bernameyeka Erasmûsê lêkolînên xwe yên akademîk li Polonyayê dike. Di heman demê de ji bo projeyeka Botan International û Komeleya Medyaya Dîjîtal edîtoriyê jî dike. Lê îro mijara me ne ev wesfên wê yên zanistî ne, em ê behsa hunera kofîçêkirinê û firotina wan bikin.

Roja min beşa Kurdî temam kirî...

Ez keça melayekê me. Hemî zarokatiya min bi hezkirina jiyana Kurdî û Kurdewariyeka edetî derbas bû. Min wek hemî malbatên Kurd ên dîndar cilikên mutedeyînan li xwe dikirin. Helbet serê xwe jî dipêçim. Em gelek nediçûn dawetan ya rastî gelek keyfa min jê re nayê lê gelek hez dikim cilikên Kurdî li xwe bikim û biçim pîrozkirina Newrozê.
Dema min beşa Kurdî qedandî min xwest cilikên Kurdî li xwe bikim, wek rojên Newrozê... Lê vê carê min nexwest hema bi kefîyekê serê xwe binixêmim. Min cara pêşiyê wê rojê kofî kir serê xwe.
Vahdet Uçar
Alllahallahhh! Çi keyfa min jê re hat. Jê têr nebûm. êdî ji wê rojê ve min ê her Newroz kofîyên Kurdî bikiriya serê xwe.

Xeyal û rastîyê li Krakovê dest pê kir...

Kofîyeka Çilkezî Kofîyê, li serê modêleka Polonî ye
Dema 2019ê mezûn bûyîm ji bo bernameyeka stajê hatim vê derê, Krakowa Polonyayê. Min û Zubeydeyê hevalînîyeka gelek xweş bi hev re danî. Ez salek paşê vegeriyam. Li Botanê min dest bi kar kir û ji wê çîrokê dûr ketim. Zubeydeyê her sal di Newrozê de digot Ka Wahdet em karê Kofîyan bikin! Her li xweşa min jî diçû lê min ew xeyal bi paş de dida. Axirî par dema hatîm Krakovê di hefteya pêşiyê de bi heves û germiya Zubeydeyê me dest pê kir.

Çilkezî Kofî û dîzaynên me

Zubeyde Beyaz û Vahdet Uçar
Gelek kes dikirin, hinek mêr ji bo sersala zewacê an jî ji yara xwe re bi hestên romantîk dikirin. Me malperek çêkiriye ji bo Ewropayê em difiroşin lê ji ber kêşeyên gumrikê vê gavê em nafiroşin welatên wek Tirkiye û Iraqê.
Hemî dîzaynan ez û Zubeyde bi hev re çêdikin. Me navê wê kir Çilkezî. Ji ber di çîrokan de ew nav heye û jineka xwe bi kezîyan xemilandî ya bihêz tîne bîra min. Me gelek hej vî navî kir û Çîroka Çilkezî Kofîyê wilo dest pê kir.

Ji bo dîtina Malpera Çilkezî Kofî bitikîne.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.