Cuma Çiçek: The Kurdish Issue is Not Just About Identity; Severe Problems Persist
DIYARBAKIR — Speaking to Botan Times, Dr. Cuma Çiçek pointed out that for the past 20 years, whenever the Kurdish issue
Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya Sibatê dîyar kir.
Di bernameya Wêjegehê da 4 gotûbêj cih digirin.
Gotûbêja ewil ya zimanzan û lêkoler Malmîsanij e ku ew dê di bin serenavê Serebûtê Nuştişê Kirmanckî da, behsa dîroka kevneşopîya nivîskî ya Zazakî bike û dijwarîyên ku lê qewimîne bide zanîn. Bernameya Malmîsanijî dê 17yê Sibatê saet 15:00yan dest pê bike.
Çayan Çakir bi serênavê Kurmacaya Neden İhtiyaç Duyarız? (Çima Pêdivîya Me bi Honakê Heye) dê gotara xwe pêşkêş bike. Bernameya Çakirî dê 21ê Sibatê saet 18:00an dest pê bike.
Bedran Hikmet bi serênavê Daneberheva Memê Alan û Mem û Zînê dê gotara xwe pêşkêş bike. Bernameya Hikmetî dê 24ê Sibatê saet 15:00yan dest pê bike.
Beyda Yıldız bi serenavê Duasız ve Törensiz (Bêdua û Bêdêlindêz) dê gotara xwe pêşkêş bike. Bernameya Hikmetî dê 25ê Sibatê saet 15:00yan dest pê bike.

Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...