Weqfa Mezopotamyayê dê kursa folklora kurdî li dar bixe

Weqfa Mezopotamyayê dê kursa folklora kurdî li dar bixe
Kursa-Folklora-Kurdi-Kurmanci-ya-5an

Weqfa Mezopotamyayê dê li Wanê li ser foklora kurdî kurseka rûbirû li dar bixe.

Kursa folklorê, ji bo wan kesan tê lidarxistin yên ku dixwazin li ser folklora kurdî berhevkarî û lêkolînan bikin. Zimanê perwerdeya kursê dê bi kurdîya kurmancîyê be û beşdarên kursê divê şarezayî kurmancîyê bikin.

Kurs her roj dê saet 9an dest pê bike û dê di navbera 18-23yê Tîrmehê da, bi temamî 6 rojan dewam bike.

Di çarçoveya kursê da dê 20 kes wekî kursîyer bên qebûlkirin.

Beşdarên ku bi awayekî serkeftî vê kargehê temam bikin dê belgenameya serkeftinê wergirin. Dersên vê kursê bêpere tên pêşkêşkirin.

Ji bo qeydên dersan bitikîne.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.